Li gorî Filistiniyan plana Trûmp wê dagirkeriyê mayinde bike

Filistîniyan gef xwarin ku eger Serokê DYE'yê Donald trûmp plana xwe ya "Aştiya ji bo Rojhilata Navîn" eşkere bike, wê xwe ji peymanên Osloyê vekişînin. Li gorî Filistiniyan plan wê dagirkeriyê mayinde bike.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Rizgariya Filistinê Saîb Erekat diyar kir, ku eger li gorî tê pêşbinîkirin Trûmp heta roja Sêşemê plana xweya li ser Rojhilata Navîn eşkere bike wê ji peymanên Osloyê vekişin.

EREKAT: PLAN WÊ DAGIRKERIYA DEMKÎ MAYINDE BIKE

Erekat ji AFP'ê re axivî û got, "Ev plan wê dagirkeriya demkî bike dagirkeriya mayinde."

Ev daxuyanî di demeke welê de hate kirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û hevrikê wî yê siyasî Benny Gantz li Washîngtonê wê serdanê bikin. Tê payin ku Netanyahû û Gantz roja Duşemê bi Serokê DYE'yê re hevdîtinê bikin.

Filistînî, piştî ku Washîngtonê Qûds weke paytexta Îsraîlê nas kir, hevdîtinên bi rayedarên Emerîkî re bloke dikin.

LI GORÎ HAMASÊ PLAN WÊ NEYÊ QEBÛLKIRIN

Wezareta Karên Derve ya Filistînê bi daxuyaniyekê diyar kir, "Plana Trûmp komployeke sedsalê ye ji bo doza Filistînê bi dawî bike."

Şefê Hamasê Îsmaîl Haniye jî ku li Şerîda Gazzeyê desthilatdar e, ragihand ku plan wê derbas nebe. Haniye bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Em radigihînin ku peymana sedsalê wê derbas nebe. Komploya nû ya li dijî Filistinê neçar e ku têk biçe."