Serokomarê Ermenistanê Sarkisyan îstîfa kir

Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan, ragihand ku îstîfa kiriye.

Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li welatê wî gelek pirsgirêkên siyasî hene û ji bo mudaxaleyî van pirgirêkan bike nexwedî amûrên pêwîst e. Sarkisyan da zanîn ku ne xwedî wê hêza Destûra Bingehîn e ku bikaribe pirsgirêkên navxweyî û derveyî welat çareser bike û hin derdoran wî û malbata wî hedef girtine.

Sarkisyan destnîşan kir ku ev pirsgirêk bandoreke neyînî li tenduristiya wî dikin û ev agahî dan: "Demeke dirêj fikirîm û piştî 4 salên serokomariya xwe biryar da ku ji peywira xwe îstifa bikim. Ev biryar ne biryareke hestiyarî ye, di çarçoveya hişekî ve hatiye girtin."

Sarkisyan, di sala 2018'an de hatibû hilbijartin û dema wî ya serokomariyê di sala 2025'an de bi dawî dibû.