Serokkomarê Tûnûsê Es-Sîbsî mir

Serokkomarê Tûnûsê El-Becî Kaîd es-Sîbsî yê 92 salî li nexweşxaneyeke leşkerî mir.

Serokkomar Es-Sîbsî roja Çarşemê li paytext Tûnûsê rakirbû beşa lezgîn a nexweşxaneyeke leşkerî. Li şûna Es-Sîbsî wê serokê parlementoyê bi wekalet kar bike.

Serokkomarê Tûnûsê 92 salî bû. Es-Sîbsî yê piştî serxwebûna 1956’an û şûnde gelek caran bû wezîr, piştî şoreşa 2011’an û şûnde di sala 2014’an de ji bo erka Serokkomariyê hate hilbijartin. Es-Sîbsî di sala 2012’an de bi navê Nîdas Tûnûs (Banga Tûnûsê) partiya xwe ava kir. Ev partî di hilbijartina giştî ya sala 2014’an û şûn de hilbijartina serokkomariyê hate hilbijartin.