Serokkomarê Iraqê Salih îstifaya xwe pêşkêş kir-NÛ BÛ

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih îstifaya xwe pêşkêşî parlementoyê kir.

Li Iraqê bi taybet di demê dawî de yek ji krîzên herî giran ên civakî yên dîrokê rû didin. Piştî îstifaya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ya li ser zextên li kolanan û şûnde Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî îstifaya xwe pêşkêşî parlemetnoyê kir.

Salih beriya îstifayê ev got: “Li şûna namzetiya ku xwepêşander qebûl nekim erê bikin, îstifayê tercih dikim.”

Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê Hawjîn Omer têkildarî nameya îstifayê ji Rojnews’ê re axivî û got; “Piştî ku Parlamentoya Iraqê bersiva nameya destpêkê ya serokkomar da û Koma Bîna wek koma herî mezin a parlamentoyê nîşan da, Koma Bîna Eshed Îdanî ji bo serokwezîrtiyê namzed nîşan da. Lê ji ber xwepêşanderan bi tûndî wî namezedî red kirin, serokkomar jî nexwest ji bo avakirina kabîneya nû Îdanî erkdar bike.”

Hawjîn Omer di dewama axaftina xwe de da zanîn ku namzed nîşandana Eshed Îdanî destûrî û yasayî bû, lê serokkomar wek karek exlaqî wî qebûl nekir û got; “Serokkomar ji ber zextên zêde yên aliyên siyasî nameya xwe ya îstifayê pêşkêş kir.”

Ji serê xwepêşandanên protestoyî yên serê meha Kanûnê û vir ve ya li Iraqê nêzî 500 kes mirin, 25 hezar jî birîndar bûne.

Heta niha hikûmetê yek daxwazên xwepêşanderan bicih aniye.