Serokkomarê Îranê Rûhanî li ambargoyê mikur hat

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî li encamên giran ên ambargoya DYE'yê ya li ser Îranê mikur hat. Rûhanî ambargoya Emerîkayê ya li ser Îranê, mîna şerekî ku di ''dîroka şoreşê'' de mînaka wê tine, nirxand.

Şemiyê Serokomarê Tehranê Hasan Rûhanî bi aktivîstan re hate cem hev. Di rojeva Rûhanî de ambargoya DYE'yê ya li ser Îranê û encamên wê hebûn.

Rûhanî qest ji DYE'yê kir û got, zexta siyasî û aborî ya dijminan a li ser wan mîna, ''şerekî ku di dîroka şoreşê de nehatiye dîtin'' e.

Rûhanî got, ambargoya DYE'yê ya li ser Îranê pir karîger e û diyar kir, di pêvajoyên wiha de divê hemû organ bi hev re bixebitin. Rûhanî got, ''Zextên siyasî û aborî ya dijminan a li ser Îranê, di dîroka şoreşê de mînaka vê nehatiye dîtin. Sînordarkirinên dijmin ên li ser qada benqeyan, li ser firotina petrol, petrokîmya, pola û berên çandiniyê pir karîger e.''

Rûhanî diyar kir ew ê teslîmî şertên giran ên ji ber ambargoyê nebin lê rayeyên wan a bi serokkomarî û hikûmetê sînordar in. Rûhanî bal kişande ser nakokiyên di navbeyna xwe û lîderê dînî Elî Hamaney û got, ''Serokkomar bi qasî hêz û rayeya xwe dikare ji hikûmetê tiştinan bixwaze.''

Rûhanî got, problema aboriyê ya gel heye lê problem tenê ne aborî ye, divê mesele bi berfirehî werin nirxandin û ji bo ku heq ji probleman derkevin ji aktivîstên siyasî destek xwest.