Serokê Parlementoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir di dorê de çi heye?

Serokê Parlementoya Iraqê Mûhammed Halbûsî ji peywira xwe îstîfa kir. Ji protestoyên 29’ê Tebaxê û vir ve wê rûniştina pêşîn a parlementoyê pêk were.

Serokê Parlementoya Iraqê Mûhammed Halbûsî yê ku du serdeman li ser hev serokatiya parlementoyê kiribû, ragihand ku wî ji peywira xwe îstîfa kiriye.

Wê parlementoya Iraqê roja Çarşemê kom bibe û diyar kirin wê îstîfaya Halbûsî bidin ber dengdanê.

Piştî protestoyên ji 29’ê Tebaxê û vir ve wê rûniştina pêşîn a parlementoyê pêk were.

Halbûsî yê ku tifaqeke mezin a tevgera Sadr e di hevsengên siyasî de xwedî rolekî girîng e.

Li Iraqê aloziyeke siyasî heye. Baronên siyasetê ji Cotmeha 2021’an û vir de ji bo kesê ku wê bibe serokwezîr û awayê wî yê hilbijartinê di şer de ne.

Parlementoyê herî dawîn di 23’ê Tîrmehê de rûniştina xwe kiribû. Çend roj şûnde sempatîzanên Muktada Sadr ê ku serokê Şîîyan e, parlemento dagir kiribûn û bi qasî mehekê li hewşa parlementoyê rûniştibûn.

Di dawiya meha Tebaxê de jî di navbera alîgirên Sadr û milîsên Haşdî Şabî yên ku alîgirên Îranê ne, şer çêbûbû. Di van şeran de nêzî 30 alîgirên Sadrê hatibûn kuştin.

Li gorî pisporên siyasî Halbûsî naxwaze îstîfa bike û tê diyarkirin armanca Halbûsî ev e ku piştgiriya ku ji bo wî tê dayîn piştrast û eşkere bike. Bi gotineke din ew dixwaze bawerî û piştgiriya ji bo xwe nû bike.