Serokê nû yê parlamenta Katalonyayê hate hilbijartin

Ji bo serokatiya Parlamenta Katalonyayê Roger Torrent hate hilbijartin.

Parlamenta Rêveberiya xweser a Katalonyayê ya Spanyayê, piştî hilbijartina pêşwext a 21'ê Kanûnê yekemcar li hev civiya.

Di rûniştina parlamentê de cihê Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê yê ji ber biryara girtinê xwe li Belçîkayê girtiye û parlamenterên girtî ne, vala hate hiştin û benikê zer ku nîşaneya alîgirên serxwebûnê ye, li şûna wan hate danîn.

Endamê Çep a Komarger a Katalonyayê (ERC) Roger Torrent ku partiya wî yek ji partiyên alîgirê serxwebûnê ye, di encama dengdanê de bû serokê parlamentê.

Torrent piştî ku hate hilbijartin axivî û got, "Dixwazim jiyana bi hev re û demokrasî bibe bingeha vê serdemê."

Torrent anî ziman ku li herêma xweser a ku niha di kontrola hikumeta navendî ya Spanyayê de ye, ew dixwazin rêveberiyê ji nû ve saz bikin û bal kişand ser parlamenterên li derveyî welat û girtî. Torrent got, "Ez ê bibim dengê temamiya 135 endaman."