Serokê îstîxbaratê bûye 'qehreman'ê nû yê nîjadperestan

Serokê îstîxbarta navxweyî Maassen îdîa kir ku dîmenê êrîşa nîjadperestiyê ya li Chemnîtzê ku li dijî biyaniyan hate kirin, dibe ku sexte be. Maassen bi vê nêzîkatiya xwe bûye 'qehreman'ê nû yê nîjadperestan.

Li bajarê Chemnîtz ê rojhilatê Elmanyayê, piştî ku Elmanek hate kuştin xwepêşandanên nîjadperestiyê dest pê kirin û li rojeva Elmanyayê bi cih bûn. Yek ji mijarên ku di vê derbarê de herî zêde hate nîqaşkirin ew bû ku çima îstîxbarat hişyariyek di cih de nedaye. Ji ber ku sibeha 26'ê Tebaxa 2018'an roja destpêkirina bûyeran, komên nîjadperest ji gelek barajn berê xwe dabûn Chemnîtzê. Îstîxbaratê jî pêwîstî bi wê nedîtibû ku hişyariyê bide hêzên polîsan.

Berpirsyarê îstîxbata navxweyî Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn Hans-Georg Maassen li şûna ku yekîneya îstîxbaratê ya ku li Eyaleta Sachsenê komên Neonazî ji nedîtî ve hat lêpirsîn bike, piştgirî da nîjadperestan.

Maassen pêr ji rojnameya Bîldê re axivî û îdîa kir ku dîmenê li ser êrîşa nîjadperestan a li rastgirekî ku li înternetê hate weşandin, dibe ku sexte be.

Li Chemnîtzê di dema bûyeran de nîjadperest derketibûn 'nêçira biyaniyan' û li pêş kamerayan êrîş biribûn ser gelek koçberan. Berevajî gotinên serokê îstîxbaratê, dozgeriyê ji ber dîmenan dest bi lêpirsînê kiribû.

Beriya niha eşkere bûbû ku Maassen bi rêveberên partiya Altenatîf ji bo Elmanyayê (AfD) re gelek caran hevdîtin kiriye ku ev partiya rastgiriya tund plansaziyê êrîş û xwepêşandanên nîjadperestî yên li Chemnîtzê ye. Zexta li ser Maassen piştî van gotinên wî yên dawî zêde bû. Li dû mûxalefetê, sosyal demokratên ku şirîkê hikumeta Merkel in daxwaza îstifaya Maassen kir.

SPD: YA TU YÊ ÎSPAT BIKE YA JÎ ÎSTIFA BIKE

Lîderê rêxistina ciwanan a Partiya Sosyal Demokratan JUSO Kevîn Kuhnert li ser dîmenên ku Maassen îdîa dike ku sexte ye, li ser hesabê xwe yê medya civakî ev bang kir: "Du alternatîf hene; ya tu yê di hefteyên bê de îspat bike ku dîmen sexte ne û delîlan bişîne meclîsê, ya jî tu yê îstifa bike."

Seroka Giştî ya SPD'ê Andrea Nahles jî tevî Maassen bal kişand ser Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer û got, "Em bi guman in ku ev her du kes destûra me ya bingehîn û demokrasiya me biparêzin." Siyasetmedarê mûxafazakar Seehofer hefteya bihurî daxuyaniyeke nîjadperestî dabû û gotibû, "Dayika hemû pirsgirêkên siyasî yên li Elmanyayê pirsgirêka koçberiyê ye."

HIKUMET DXWAZA ÎSTIFAYÊ DIKE, MERKEL BÊDENG E!

Mûxalefet jî dixwaze serokê îstîxbaratê tavilê îstifa bike. Hevseroka Partiy Çep Katja Kîppîng diya rkir ku Maassen li şûna ku destûra bingehîn biparêze, bi nermî nêzî kesên ku silava Hîtler didin dibe. Hevseroka Partiya Keskan Katrîn Gorung-Eckardt jî got, "Maassen êdî ne hêjaye wezîfeya ku niha dike."

Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ku seroka wê Angela Merkel e, xwe ker kir. Partiya nîjadperest AfD ku li Meclîsa Federal partiya mûxalefeta bingehîn e, serokê îstîxbaratê ji xwe re kir 'qehreman'. Nîjadperestan bi serkêşiya parlametnerê AfD'ê Jurgen Braûn li ser medya civakî dest bi kampanya destekdana ji bo Maassen krin.