Serokê Înterpolê yê 'winda' îstifa kir!
Rêxistina polîsan a navneteweyî Înterpol ku navenda wê li bajarê Lyon ê Fransayê ye, ragihand ku Serokê wê yê Çînî yê zêdeyî 10 roj in "winda ye" îstifa kiriye û ev îstifa yekser bi cih hatiye anîn.
Rêxistina polîsan a navneteweyî Înterpol ku navenda wê li bajarê Lyon ê Fransayê ye, ragihand ku Serokê wê yê Çînî yê zêdeyî 10 roj in "winda ye" îstifa kiriye û ev îstifa yekser bi cih hatiye anîn.
Înterpolê li ser Twîtterê daxuyaniyek weşand û got, "Sekreterê Giştî yê Înterpolê yê li Lyonê, 7'ê Cotmehê roja Yekşemê îstifaya Serokê Înterpolê Birêz Meng Hongweî wergirt."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku îstifa yekser bi cih hatiye anîn. Balkêş e, çend saet beriya vê daxuyaniyê, hevjîna Serokê Înterpolê ya li Çînê ragihand ku hevserê wê yê li Çînê di rewşeke "metirsîdar" de ye.
Heta ku li şûna Hongweî serokekî nû bê hilbijartin wê Alîkarê Serokê Komîteya Rêveber a Înterpolê Kîm Jong Yang ê ji Koreya Başûr bi erka serokatiyê rabe. Meng Hongweî ji bo çar salan hatibû hilbijartin û wê heta sala 2020'an bi erka serokatiyê rabûya.
Beriya ku Hongweî îstifa bike, Komîsyona Têkoşîna li dijî Nelirêtiyê ya Partiya Komunîst a Çînê ragihandibû ku Meng Hongweî ji ber binpêkirina qanûnên li welatê xwe, ketiye ber lêpirsînê.
Hongweî meha Îlonê serdana Çînê kiribû û piştre winda bûbû. Malbata Hongweî ji ber ku agahî jê negirt, îxbar kir. Li ser vê yekê li Fransayê lêpirsîn hate destpêkirin.
Rêveberiya Çînê li ser aqûbeta Hongweî hîn jî xwe ker dike. Nayê zanîn bê li ku ye. Hongweî sala 2004'an bûbû Alîkarê Wezîrê Ewlekariya Cemaweriyê. Wezîrê wê demê yê Ewlekariya Cemaweriyê Zhoû Yongkang bû. Ji ber sûcdariya nelirêtiyê, sala 2015'an cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li Yongkang hatibû birîn.