Serokatiya Milley ji bo Fermandariya Giştî ya DYE'yê misoger bû

Biryara ji bo tayînkirina Mark Milley li şûna Joe Dunford ji bo Serokatiya Fermandariya Giştî ya DYE'yê ji aliyê Senatoyê ve hate pejirandin.

Di dengdanê de ya li Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), biryara ku General Mark Milley ji bo Serokatiya Fermandariya Giştî tayîn dike hate pejirandin.

Di dengdanê de 89 senatoran dengê 'erê', senatorekî jî dengê 'na' bi kar anî.

Bi vê dengdanê re misoger bû, ku wê Milley bikeve şûna Joe Dunford ku meha Îlonê dema wezîfeya wî temam dibe. Milley sala 2015'an ji bo Fermandariya Hêzên Bejahî ya Emerîkayê hatibû tayînkirin.