Serhildana li Îranê di roja xwe ya 11’emîn de ye: Bi hezaran kes hatin destgîrkirin

Xwepêşandanên li dijî hikûmetê yên bi daxwaza demokrasî û azadiyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di destpêkirin di roja 11’emîn de berdewam dikin, hêzên dadwerî gef li xwepêşanderan xwarin.

Piştî ku Serokkomar Îbrahîm Reîsî ferman da hêzên dewletê ku “Li dijî her kesê ku zirarê dide ewlehiya welat, aramî û gel” tund bin, vê carê jî li gor nûçeya Mizan Online, serokê desteya dadweriyê Gulamhuseyin Muhsenî Eceyî gef li xwepêşandanên ku pêşengiya serhildanê dikin xwar.

Di 13’ê Îlonê de li Tehranê Jîna Emînî ya 22 salî bi hinceta ku laçkeya xwe baş nedaye serê xwe û porê wê xuya kiriye, bi êşkencê hate destgîrkirin û piştî sê rojan ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Çalakiyên protestoyî piştî vê bûyerê destpêkirin.

Xwepêşandanên ku li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin bi lez belav bûn. Li gor çavkaniyên dijber şeva 25’ê Îlonê herî kêm li 10 bajarên Tehranê xwepêşandan hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de li dijî hikûmetê û serokê olî Xamaneyî dirûşm hatin berzkirin. Wêneyên ku li ser torên medyayên civakî hatin parvekirin nîşan didin ku li Tebrîzê ya bakurê rojavayê welêt jî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Di hin dîmenan de tê dîtin ku hêzên dewletê rasterast gule li xwepêşanderan direşînin.

Li ber deriye Zanîngeha Teknolojiyê ya Babol Noşîrvanî ya eyaleta Mazenderanê yê bakur, dîmenên ku xwepêşander posterên damezrînerê komara Îslamî Ayetullah Xumeynî diqetînin, derket pêş.

Di dîmenên ku li ser torên medyaya civakî hatine weşandin de tê dîtin ku li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Belûcistanê çalakiyên protestoyî didomin. Di dîmenekî li Belûcistanê de dirûşmên dilsoziya bi Kurdan re tên bihîstin.

LI 146 BAJARAN 8 HEZAR KES HATIN DESTGÎRKIRIN, ÎDÎAYA 180 KES HATINE QETILKIRIN

Çavkaniyên dijber dibêjin ku xwepêşandan herî kêm li 146 bajaran, li 31 eyaletan belav bûne.

Çavkaniyên nêzîkî rêxistina Mucahidînên Gel a muxalifên Îranê diyar kirin ku li 146 bajaran herî kêm 8 hezar kes hatine destgîrkirin û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 180 derbas kiriye. Heman çavkaniyê her wiha lîsteya navên kesên ku di xwepêşandanan de hatine qetilkirin jî eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya fermî di 10 rojan de 41 kesan jiyana xwe ji dest dane. Nehat zanîn ku çend ji wan çalakvan in.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHH) ku navenda wê li Osloyê ye, diyar kir ku herî kêm 57 çalakvan jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarên dewletê jî ragihandin ku tenê li yek eyaletê zêdeyî 700 kes hatine destgîrkirin.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ku navenda wê li Emerîkayê ye, diyar kir ku 17 rojnamevan hatine destgîrkirin.