Serbestiya bikontrol dane kesê girîng ê ETA'yê

Yek ji kesê navdar ê ETA'yê Josu Ternere, ku Spanya li gel atmosfera aştiyê jî bi helwesta tolhildêr ji Fransayê dixwest, bişert tê berdan.

Yek ji navê girîng ê ETA'yê Josu Ternera, ê ku ji bo azadiya welatê Baskê têdikoşe û Gulana par li Fransayê girtî bû tê ji serbestiya bişert sûd werbigire.

Dadgeha Temyîzê ya Parîsê biryar li ser Ternera da ku bi bazinê elektronîk were berdan. Diyar bû, Ternera ê 69 salî piştî ku hate berdan wê li zanîngeha Parîsê were ezimandin.

Ternera ku Spanya ji gelek çalakiyên ETA'yê yên salê 1980'yî berpirs tê dîtin, li gel ku têkoşîna çekdar bidawî kir jî, xwest ku were radestkirin. Ternera Hezîran bihurî serbest hatibû beran lê ji ber ku dozger îtîrazk kiribû dema ku ji girtîgehê derketibû dîsa hatibû girtin.

Du daxwazên îadekirinê ya Spanyayê Îlona 20192an ji hêla Dadgeha Temyîzê ya Parîsê ve hatibû qebûlkirin lê parêzeran biryar biribûn dadgeheke rajortir.