Şensê Macron zêde ye ku bibe Serokkomarê Fransayê
Li gorî anketên li ser hilbijartinên Serokkomariya Fransayê, ku wê di 23'ê Nîsanê de pêk werin, Emmanûel Macron hê jî namzetê herî bi şens e.
Li gorî anketên li ser hilbijartinên Serokkomariya Fransayê, ku wê di 23'ê Nîsanê de pêk werin, Emmanûel Macron hê jî namzetê herî bi şens e.
Yek ji van anketan ji aliyê şîrketa Elabe ve ji bo rojnameya Le Echos û Radîa Classîqûe ve hat kirin. Ji sedî 27 ê beşdarên anketê dan xuyakirin, ku ew ê di tûra yekemîn de dengê xwe bidin namzeta rastgir a tund Marîne Le Pen. Dengê Le Pen li gorî mehek beriya niha di heman rêjeyê de ye. Dengê Emmanûnel Macron ku berê xwe daye hilbijêrên çep a navendî û rastgiran, bi pûanekî zêde bû û gihîşt ji sedî 24'an.
Li gorî encamên anketê, rêjeya dengê Serokwezîrê serdema Nîcolas Sarkozy Françoîs Fîllon ji sedî 19 ye û şensê Fîllon kêm e ku ji tûra duyemîn re bimîne.
Di anketa Elabe de hat destnîşankirin, ku rêjeya dengê nûnerê çep ê Partiya Sosyalîst Benoît Hamon ku polîtîkayên Françoîs Hollande red kiribû, ji sedî 12,5 e. Jean-Lûc Mêlenchon jî, ku bi bernameya xwe ya çep a radîkal balê dikişîne, ji sedî 12,5 e. Beriya niha li Hamon û Mêlenchon ku bernameyên wan nêzî hev in, hatibû kirin lê belê ti encam derneketibû holê.
Li gorî anketê, Emmanûel Macron ê ji tûra duyemîn re bimîne, wê bi rêjeya ji sedî 62'an li hemberî namzeta rastgiriya tund Marîne Le Pen bi ser bikeve û bibe Serokkomar.