Senatoyê danûstandinên li ser betalkirina Obamacare erê kir

Pêşnûmeya 'reformekirinê' ya sîstema tenduristiyê, ku Serokê DYA Donald Trûmp dixwaze rake, ji aliyê Senatoyê ve hate erêkirin.

Donald Trûmp dixwest, sîstema tenduristiyê ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka di dema Barack Obama de hate anîn û bi navê "Obamacare" tê naskirin, rake.

Lê belê, ji ber ku hin senatorên ji Partiya Komarger li dijî vê yekê derketin, nebû ku qanûna sîstema tenduristiyê bê rakirin.

Piştî nîqaşa bi mehan, li Senatoyê duh dengdan hate kirin û hate qebûlkirin ku nîqaşên li ser rakirina qanûna bi navê Obamacare bên destpêkirin. Di dengdanê de 51 dengên 'erê', 50 jî dengê 'na' hate dayin.

Yek ji sozên herî girîng ên Trûmp, rakirina Obamacare ye. Ji bo ev daxwaza Trûmp bi cih bê, tê gotin ku Alîkarê Serok Mîke Pence jî mafê xwe yê dengdanê bi kar aniye. Li Senatoyê bi giştî 100 endam hene.

Serokê DYA Donald Trûmp piştî dengdanê axivî û got, Senatoyê 'gaveke girîng' avêtiye.

Eger qanûna Obamacare bê rakirin, wê bi mîlyonan welatiyên DYA'yê yên xizan ji sîgortaya tenduristiyê bêpar bimînin.