Sekreterê Giştî yê NY ji bo aştiyê hişyarî da lîderan

Sekreterê Giştî yê NY Gûterres ji bo sala 2018'an hişyarî da hemû welatan û got, "Ji bo 2018'an dibêjim aştî. Ev mesaj ne bang e, ev mesaj hişyarî ye, ji bo cîhana me hişyariyeke sor e. Atmosfera baweriyê ji nû ve biafirînin."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres, bi dîmen peyama sersalê weşand. Gûterres bi bîr xist ku salek berê dema bû Sekreterê Giştî yê NY, wî hêvî kir ku 2017 bibe sala aştiyê û got, "Mixabin sala 2017'an rewşeke berevajî vê derket holê."

Gûtteres got, "Niha careke din hêvî dikim ku 2018 bibe sala aştiyê. Ev mesaj bangek nîne, ev mesaj hişyarî ye, ji bo cîhana me hişyariya sor e" û wiha dewam kir: "Şer her giran dibe û xeteriyên nû derdikevin holê. Ji dema bidawîbûna şerê sar û vir ve, tirsa ji çekên nukleerî ti carî di vê astê de zêde nebû."

Di dewama peyama xwe de Gûterres got, "Guherina avhewayê ji me hê bêhtir lezgîn e. Newekheviya li cîhanê mîna her carê dewam dike. Binpêkirina mafên mirovan di asteke cidî de didome. Nîjadperestî û dijminatiya li biyaniyan roj bi roj mezin dibin.

Ez pê bawerim ku em dikarin cîhanê bikin cihekî hê ewle. Dikarin şer biqedînin, nefretê ji holê rakin û nirxên hevpar biparêzin. Lê ji bo pêkanîna vê jî divê em bibin yek.

Bila lîderên hemû welatan cihêrengiyê ji holê rakin. Mirovan li dora armancên hevpar bicivînin û atmosfera baweriyê ji nû ve biafirînin. Paşeroja me bi hevkariyê ve girêdayî ye."