Schûlz: Merkel êdî li hember Erdogan nikare bêdeng bisekine

Li Elmanyayê serokê SPD’ê yê hevkarê koalîsyonê û namzetê serokwezîrtiyê Martîn Schûlz anî ziman ku Erdogan sînor derbas kiriye bang li Serokwezîr Merkel kir ku ‘bêdeng’ nemîne.

Serokê Partiya Demokratên Sosyal Martîn Schûlz ê li bajarê Stûttgart li Girava Mezin a ku piştî civînekê têkildarî rêveberên komeleyên mafê mirovan ên hatine girtin axivî, binî xet kir ku Erdogan li Tirkiyeyê êdî di polîtîkayên xwe de ‘sînorên xwe derbas kiriye’.

ÊDÎ SEROKWEZÎRA WELATÊ ME JÎ BÊDENG NAMÎNE

Schûlz ê diyar kir ku Tayyîp Erdogan li Tikiyeya xwe ‘sînorên xwe yên heyî’ derbas kiriye, destnîşan kir ku li dijî vê bêdeng namîni. Schûlz ê got: “Êdî serokwezîra welatê me jî li dijî vê bêdeng namîne’, Erdogan dewleta hiqûqê tine kir.

Schûlz wiha got: “Niha li Tirkiyeyê tiştên ku diqewimin û sînoran derbas dikin em qebûl nakin. Birêz Erdogan, niha dewleta hiqûqê ji holê radike.”

EGER KU DARVEKIRINÊ BI AWAYEKÎ CIDÎ DIXWAZIN, DIVÊ MUZKEREYÊN ENDAMTIYÊ BIDAWÎ BIKIN

Martîn Schûlz ê ku têkildarî gotinên anîna cezayê darvekirinê yên Erdogan wiha pêde çû: “Bi xwezayî tişta ku em vê bidin guhertin nîne. Eger ku Tirkiye bi awayekî cidî dixwaze cezayê darvekirinê bîne, wê demê li gorî min divê muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropa (YE) bi dawî bê kirin.”

Gelek nûnerên civaka sivîl ên ku Serokkomarê Tirk Erdogan bi ‘plansaziya darbeyên nû’ sûcdar dike, piştî civînekî li Girava Mezin û şûnd hatibûn girtin. Ji 10 nûnerên saziyên civaka sivîl ên hatibûn binçavkirin 6 jê hatin girtin, di nava van kesan de jî Peter Steûdtner ê hemwelatiyê Elmanyayê jî heye.

Nûçegihanê Rojnameya Dîe Welt Denîz Yucel û gelek rojnamevanên ji ber xebatên xwe yên mîna hevpeyvînên li gel Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk jî weke ‘terorîzim’ li îdanameyan tê zêdekirin jî hê li girtîgehê ye. Dîsa rojnamevana din Meşale Tolû Çorlû a hemwelatiya Elmanayê ye jî girtiye.