Saziya NY’yê ji bo koçberên Filistînê daxwaza alîkariya lezgîn kir

Saziya alîkariyê ya koçberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ji bo pêşîgirtina encamên civakî-aborî ên ji ber şewba koronayê daxwaza 100 milyon dolar a alîkariya lezgîn kir.

UNRWA ji ber bexşîna alîkariyê ya herî bingehîn DYE’yê birî û şûnde ji sala 2018’an ve têkoşînek xurt dide. UNRWA li Urdin, Sûriye, Libnan, Şerîda Rojava û Şerîda Xeze ji bo 5 milyon koçberên Filistînî derfetên tenduristî û perwerdehiyê pêk dianî.

Li Filistînê di rewşa heyî de her çendî hejmara kesên bi şewbê ketibe kêm e. Li Şerîda Rojava 350, li Xezeyê jî 20 kes bi şewbê ketine. Lê li gorî UNRWA’yê krîzên civakî-aborî û însanî di astekî karesatê de ye.

Berpirsê UNRWA yê li Filistînê Matthîas Schmale diyar kir ku li Şerîda Xezeyê rêjeya bêkariyê dibe ji sedî 50 derbikeve ji sedî 70’ê.

Saziya NY’yê vê Îniyê ji bo ji krîzên tenduristiyê re bibin bersiv ji pexşînan daxwaza alîkariya 93 milyon dolarî kir. UNRWA di navîna meha Adarê de rêjeyeke bi qasî 14 milyon dolarî alîkariya yekem daxwaz kiribû.

Berpirsa saziyê ya li Washîngtonê Elîzabeth Camplbel jî bi rêya telekonferansekê daxuyaniyek da û got: “Sazî, di dîrokê de di demê xwe yê herî xirab ê krîza malî de ye. Bandorên xirab ên vîrûsa koronayê mezin in.”