Sarkisyan wê piştî 10 salên serokkomariyê wê bibe serokwezîr

Serj Sarkisyan ku 10 salan Serokkomarê Ermenîstanê bû, wê dema bê bibe serokwezîr.

Piştî ku Serj Sarkisyan wezîfeya xwe ya serokkomariyê temam kir û ev wezîfe radestî Armen Sarkisyan kir, biryar hate dayin ku derbasî wezîfeya serokwezîrtiyê bibe.

Partiya Komarger a Ermenîstanê ku Sarkisyan endamê wê ye, ragihand ku Sarkisyan wê roja Duşemê weke serokwezîr sond bixwe û dest bi wezîfeyê bike.

Serj Sarkisyan ku di navbera salên 2007-2008'an Serokwezîr bû, du serdeman bi wezîfeya Serokkomariyê rabû. Balkêş e, piştî ku sala 2015'an di destûra bingehîn de guhertin hate kirin û erkên serokwezîr hatin zêdekirin, Sarkisyan dibe serokwezîr.