Santralên bi guman ên Belçîkayê 'ewle' hatin nîşandan

Santralên nukleerî yên li Belçîkayê ku demeke dirêj e li ser nîqaş tê kirin, tevî ku terk li gelek deverên wan ketine jî rapora 'ewle' ne jê re hate dayin.

Santralên nukleerî Tîhang 2 û Doel 3 ên li Belçîkayê, ji ber ku terk li rektorên wê ketine û derizîne, li welatê cîran Elmanyayê rê li ber nerazîbûnan vedikir.

Sala 2012'an eşkere bûbû ku bi hezaran terk li santralên nukleerî ketine û dibe ku madeya radyoaktîf jê derkeve.

Cîranê Belçîkayê welatê Elmanya sala 2016'an bang li Belçîkayê kir ku reaktorên xwe bigire û li ser vê yekê lêkolînê dest pê kir. Di encama lêkolînê de rapora 'ewle' ye ji bo reaktoran hate dayin.

Rapor ji aliyê Komîsyona Ewlekariya Reaktorê ve hate amadekirin ku komîsyon bi navê hikumeta Elman a federal karê şêwirmendiyê dike. Di raporê de hate îdîakirin ku terkên hatine tespîtkirin vê gavê tehlûke nînin.

Li gorî serkêşê komîsyonê Rûdolf Wîeland, tevî zexta giran a li santralê jî, ji bo madeya radyoaktîf ji ber neçe, bi têra xwe parastî ye.

Lê balkêş e, tevî vê raporê jî hikumeta Elman dev ji banga xwe ya ji bo girtina van reaktorên santralên nukleerî bernade.