Santrala nukleerê ya di navbera Fransa-Elmanya de cihê nîqaşê ye nayê girtin

Biryara têkildarî girtina Santrala Nukleerî ya Fessenheîmê, ku di navbera Fransa û Elmanya de bi salan de cihê nîqaşê ye, dîsa hate taloqkirin.

Ji hevdîtinên duh ên li ser girtina Santrala Nukleerî ya Fessenhemîmê ku ev nêzî  40 salî ye li herêma Alsace sazkar e û ji rexneyên Elmanya û Swîsre re bûye armanc ti encam derneket. EDF, şîrketa enerjiyê ya giştî ya Fransayê û nûnerên din ketin dengdanê lê biryara li ser girtina santralê hate taloqkirin.

Bi biryara ku rêveberiya santralê girtiye, xebatên girtinê herî zû 2018’an û herî dereng jî 2019’an dikarin dest pê bikin.

2012’an Fraçoîs Hollande ku bûbû serokkomarê Fransayê gotibû ku ew ê santralê bigire lê sendîkaya CGT ku temsîla 800 karkarê santralê dikir li dijî vê derdiket.

Elmanya helwesteke tund nîşan da ji ber sedema ku biryara girtina santralê hate taloqkirin. Misteşarê Wezareta  Hawîrdorê yê Elmanya Sutter diyar kir biryar "hêvîşikandineke mezin e."

Wezîrê Hawîrdorê yê Fransa Sergolene Royal jî got ji girtina santralê nikarin bi paş ve gav bavêjin.