Salvegera damezirandina PKK’ê li Ermenistanê hate pîrozkirin

Li paytexta Ermenistanê Êrîvanê bi civînekê salvegera 42’an a damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya li Mala Gel ji aliyê Şêwra Gelê Kurd, Komîteya Kurdistan û Yekîtiya Jinên Azad ve hate organîzekirin.

Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtin destpêkirî de, Hevserokê Şêwra Gelê Kurd parlementer Kinyas Hasanov, Şêxê Êzidî yê endamê Komîteya Kurdistan Şêx Tahir Biroyan û hevserokên Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û Îla Tovmasyan axivîn.

Silo Dirboyan got, “Gelê Kurd bi PKK’ê pêşketinên girîng bidest xistine. Û gelê Kurd ê hatî heta vê astê bi saya damezirandina PKK’ê ye. Weke tê zanîn ji berî PKK’ê jî gelek tevgeran serî hildabûn. Li gorî fikran ji ber rê û kemasiyên di rêbazan de serhildanên tevgeran bê encam bidawî bûn. Rêber Apo modernîteya kapîtalîst rast çareser kir, fikrek nû danî û li gorî vê rê û rêbazên wê diyar kiriye.”

Îla Tovmasyan jî wiha diyar kir, “PKK ne tenê partiyek a Kurdan e. PKK partiya gelan e. Û her weke sala 43’yan di nava hemû gelên cîhanê de belav bûye û hatiye pejirandin. Heman demê PKK partiyek a jinan e û em jin azadiya xwe di nava PKK’ê de dibînin.”

Civîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî PKK” bi dawî bû.