Sakîne Cansiz li Konferansa Gelan a Navneteweyî hate bîranîn

Li Venezûelayê, di Konferansa Gelan a Navneteweyî de ku ji aliyê Tevgera Gundiyên Bêxak ve hate organîzekirin, Sakîne Cansiz hate bîranîn.

Konferansa Gelan a Navneteweyî ku bi pêşengiya Tevgera Gundiyan a Bêxak ve tê lidarxistin, li paytexta Venezûela Caracasê dest pê kir.

Di konferansê de tevgerên li gelemperiya cîhanê ji bo azadiyê têdikoşin, li hev dicivin û mijarên; têkoşîna li dijî emperyalîzm, kapîtalîzm, zayendîperestî, pîşesazîbûn, nîjadperestî û mekanîzmayên sîstema mêtingeriyê dinirxînin. Di konferansê de wêneyên yek ji pêşengên PKK'ê Sakîne Cansiz jî hate daliqandin ku Cansiz 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatibû qetilkirin.

Dihate payin ku konferans bi beşdariya 1500 delegeyî bê lidarxistin, lê belê ji ber bûyerên siyasî yên li Venezûelayê û astengkirina hatina delegeyan, formata wê hate guhertin.

Konferans li dijî krîza heyî ya li Venezûealyê û darbeyeke gengaz, vê gavê piştgiriyê dide serokdewlet Nîcolas Madûro. Konferans bi çalakiyeke bi heybet a çandî ya gelê Venezûelayê dest pê kir. Di konferansê de rewşa dawî ya siyasî ya li gelemperiya cîhanê hate nirxandin.

Gelên têkoşer bi taybetî gelên Kurdistan û Fîlîstînê hatin silavkirin.

CANSIZ JÎ DI NAVA PÊŞENGÊN ŞOREŞÊ DE CIH GIRT

Tevî gelek astengiyan jî konferans bi beşdariya 300 delegeyên ji qada navneteweyî û 200 delegeyên ji Venezûelayê pêk hat. Li salona kongreyê wêneyên pêşengên şoreşê yên li cîhanê hatin daliqandin. Yek ji van wêneyan jî wêneyê yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz bû. Konferans wê 3 rojan bidome.