Sadr bang kir ku hebûna dîplomatîk a DYE'yê ya li Iraqê bê kêmkirin

Lîderê Şîa yê li Iraqê Muqteda es Sadr bang kir ku mîsyona dîplomatîk a DYE'yê ya li Iraqê bê kêmkirin.

Lîderê Şîa Muqteda es Sadr diyar kir ku Îsraîlê bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî Fîlîstînî ji cih û warên xwe kiriye û bi vê hewldana xwe li ber nirxên olî û mirovî rabûye.

Sadr helwesta DYE'yê ya li pêşberî vê rewşê rexne kir û got, "DYE li şûna ku Îsraîlê rawestîne, bi rengekî eşkere piştgiriyê dide û hiqûqa navneteweyî û edaletê binpê dike."

Sadr anî ziman ku piştgiriya DYE'yê ya ji bo Îsraîlê nearamî û şerê li herêmê sor dike û got, "DYE li Fîlîstîn, Lubnan û deverên din ên herêmê piştgiriyê dide terora Siyonîst."

Sadr bang li Yekîtiya Ereb û Rêxistina Hevkariya Îslamê kir ku helwesteke hîn bi biryar nîşan bidin û têkiliya bi Îsraîlê re bi temamî bibirin.

Sadr got, divê DYE dawî li destwerdana xwe ya li cîhana Ereb û Îslamê berde û destnîşan kir ku divê êdî têkiliyên dîplomatîk û aborî bêne birîn.

Sadr bang li hikumeta Iraqê kir ku ji bo kêmkirina hebûna dîplomatîk a DYE'yê ya li Iraqê biryarekê bi parlamentê bide wergirtin.