Bîlançoya êrîşên DYE'yê yên li ser Yemenê giran bû
Hate ragihandin ku li Yemenê ji 15 Adarê ve ye di encama êrîşên DYE’yê yên hewayî de 59 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hate ragihandin ku li Yemenê ji 15 Adarê ve ye di encama êrîşên DYE’yê yên hewayî de 59 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî serhildêrên Hûsiyan diyar kir ku ji 15’ê Adarê ve ye ji ber êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên hewayî 59 kesan jiyana xwe ji dest dane û 136 kes jî birîndar bûne.
Êrîşên hewayî yên nû, piştî dorpêça Îsraîlê ya li ser alîkariya mirovî ya Şerîda Xezeyê û bi gefa Hûsiyan a li dijî keştiyên Îsraîlê destpê kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hûsiyan beriya niha keştiyên Îsraîlê hedef girtibûn.
Hûsiyan di navbera Mijdara 2023’yan û Çileya 2025’an de zêdetirî 100 keştiyên bazirganiyê bi mûşek û balafirên bêmirov hedef girtibûn û bûbûn sedema noqbûna du keştiyan û mirina çar deryavanan. Her wiha li hemberî keştiyên şer ên DYE’yê êrîş pêk anîn û heya niha nekarîne derbeyan li keştiyên berbehs bixin.