BI DÎMEN

Roja ewil a meşa Amarayê bi coş bi dawî bû

Ciwanên bi boneya 76’emîn rojbûna Rêber Apo ji Amedê ber bi Amarayê ve meşiyan, gihîştin Siwêregê. Gel bi berzkirina dirûşma “Bijî Serok Apo” meşvanan pêşwazî kirin.

Meclisa Ciwanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 76’emîn rojbûna Rêber Apo ji Amedê ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ve dest bi meşê kirin. Meşa ciwanan gihîşt navçeya Siwêreg/Girê Sor a Rihayê. 

'ROJBÛNA TE PÎROZ BE EY SEROK APO'

Gel li taxa Yukariakdibek a navçeya Rezan a Amedê li hev civiyan û ber bi Rihayê ve dest bi meşê kir. Di meşê de pankartên "Jin û ciwan şopdarê Rêber Apo ne" û "Rojbûna roja vejîna gelê Kurd e" hatin vekirin û bênavber dirûşmên “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo", "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne" û "Jin, jiyan, azadî, azad bike Rêbertiyê” hatin berzkirin. 

Girseya ku li Parka Navendê kom bûn bi tilîlî û berzkirina dirûşma "Bijî Serok Apo" meşvanan pêşwazî kirin.

Piştî pêşwazîkirinê heta Parka Tanlîkuyu bi dirûşmeyên "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" meşiyan. Roja yekem a meşê bi dirûşma "Silav silav ji Îmraliyê re silav" û firandina kevokan bi dawî bû.