3 jê zarok 13 penaber li Deryaya Manşê jiyana xwe ji dest dan

Rayedarên deryayî yên Fransî ragihandin ku roja Sêşemê 13 penaber dema ku dixwestin ji Deryaya Manşê derbas bibin, jiyana xwe ji dest dan.

Rayedaran ragihandin ku bota ku penaber tê de bûn li peravên Boulogne-sur-Merê parçe bû. 

Rayedaran daxuyandin ku 3 jê zarok herî kêm 13 penaber mirine. 

Her wiha hat diyarkirin ku rewşa gelek penaberan giran e. 

Hat diyarkirin ku di keştiya ku zêdeyî 60 penaber tê de bûn ji hev parçe bû. Ji bo rizgarkirina penaberan keştiyeke dewletê çû alîkariyê. 

Tîmên mezin ên ewlehiyê û rizgarkirin şandin Boulogne-sur-Merê. 

Ev bûyer ji destpêka sala 2024’an ve bûyera herî trajediyê ya penaberan e. Ji meha Çileyê û vir ve 25 kes dema dixwestin ji Deryaya Manşê derbas bibin jiyana xwe ji dest dabûn.