Rûsyayê cara ewil ragihand ku ew li Ûkraynayê 'di nava şer de ye'

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov di daxuyaniyekê de got ku Rûsya cara ewil li Ûkraynayê ‘di nava şer’ de ye. Ji bo Rojava jî têgeha ‘Rojavaya Kolektîf’ hate bilêvkirin.

Li gorî Ajansa Tass’ê a Rûsî Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov roja Înê di hevpeyvîneke xwe de ragihandiye ku Rûsya li Ûkraynayê ‘di nava şer de ye.’

Peskovî ev yek anîne ziman: ‘Em di nava şerekî de ne. Erê weke operasyoneke taybet ya leşkerî dest pê kir, lê belê ji ber  piştevaniya Rojava ya ji bo Ûkraynayê rewş ji bo me veguherî şerekî. Ez bi vê yekê qanih bûm û hewce ye her kes jî vê yekê baş bizane.’’

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û rayedarên Rûsî ev demeke dirêj e têgeha ‘şer’ bi kar naînin. Lê belê ev têgeh êdî car caran tê bilêvkirin.

Her wiha Peskovî bal kişand ser 4 herêmên Ûkraynayê yên ku Rûsyayê di sala 2022’yan de îlheq kirine û got ku hewce ye Rûsya van herêmên nû bi temamî ‘azad bike’ ji bo ku ewlehiya welatiyên li wan herêman were dabînkirin. 

Kîev jî îlheqkirina wan herêman weke dagirkirineke  Rûsyayê pênase dike û dibêje heya ku ew Rûsyayê ji wan herêman dernexîne ew ê nesekinin.

Her wiha Kîev dibêje ku ew bi biryar in ku bajarê Qirimê ku Rûsyayê di sala 2014’an de ji Ûkraynayê standibû, ji Rûsyayê bistînin.

Rûsya jî dibêje ku wan gelek veberhênanên mezin li Qirimê kirine, û dibêje ku ew beşek ji Rûsyayê ye û statuya wê bi awayekî teqez hatiye diyarkirin.