Rûsyayê 9 saziyên çapemeniyê 'ajan' îlan kir

Rûsyayê 9 saziyên çapemeniyê xist nava 'qanûna ajanên biyanî'.

Li gorî daxuyaniyê ku di malpera înternetê ya Wezareta Edaletê ya Rûsyayê de hate weşandin, 9 saziyên çapemeniyê yên li vî welatî dixebitin, li nava 'qanûna ajanên biyanî' hatine bicihkirin.

Saziyên ku di lîsteyê de cih digirin ev in: Radyo Lîberty, Voîce of Amerîca, Cûrrent Tîme û Radîo Lîberty ên DYA'yî, Azatlîq Radîosî, Sîbîr Realîî, Faktograf, Kavkaz.Realîî, Kirim.Reallî, Îdel.Realîî ên Tatar-Başkir.

Sekretera Komîteya Hilbijartinê ya Navendî ya Rûsyayê Maya Grîşîn got, saziyên çapemeniyê yên navborî bi rêya akredîtasyonê karibin hilbijartinên sala bê yên li vî welatî bişopînin.