Rûsya wê rojê 5 saetan li gor agirbestê tev bigere

Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku agirbesta ji aliyê NY’yê ve li Sûriyeyê wê rojan e li Rojhilatê Gûtayê pêk bîne.

Wezîrê Parastinê Sergey Şoygû ragihand ku bi fermana Serokê Dewletê Vladimîr Pûtîn agirbest wê ji sibê û pêve li Rojhilatê Gûtayê destpê bike.

Şoygû diyar kir ku agirbesta mirovî wê rojane were îlankirin û sibê di navbera seat 09:00 û 14:00’an de destpê bike û armanca wan pêşîlêgirtina windahiyên sivîlan e.

Lê belê agirbesta ku tenê li Rojhialta Gûtayê bi sînordar be, balê dikşîne.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ê civînek ji çapemeniyê re lidar xistibû û wiha gotibû: “Ji bo bi temamî şer bê rawestandin û ji bo agirbest li gelemperiya Sûriyeyê bigire nava xwe, dema hemû alî di mijara bê ka wê çawa agirbest bê kirin de li hev kirin û şûnde, wê demê wê agirbest bikeve meryetê.”

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Şemiyê bi piraniya dengan pêşnûmeya agirbestê erê kiribû. Daxwaza hate kirin, bê ku dem bê windakirin divê bikeve meryetê.

Tirkiye destnîşan kir ku wê agirbestê bi cih neîne. Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron dema bi mevkîdaşê xwe yê Tirk Erdogan bi rêya telefonê axiviye bibîr xistiye ku Efrîn jî dikeve nava vê agirbestê.