Rûsya wê bi heman şêwazî bersiva DYA nede!
Hat ragihandin ku wê Rûsya mîna biryara DYA ku dibêje 35 dîplomatên Rûs bi sûcdariya ‘sîxurtiyê’ bên dersînorkirin, bersivê nede.
Hat ragihandin ku wê Rûsya mîna biryara DYA ku dibêje 35 dîplomatên Rûs bi sûcdariya ‘sîxurtiyê’ bên dersînorkirin, bersivê nede.
Serokê DYA Barack Obama ku wê 20’ê Çileyê wezîfeyê dewrî Donald Trump bike, ji ber êrîşên sîber ên li dijî welêt û Partiya Demokrat, Rûsya sûcdar kiribû.
Di çarçoveya daxuyaniya Obama de ku duh kiribû, biryar hatiye dayîn ku bi sûcdariya ‘sîxurtiyê’ 35 dîplomatên Rûs bên dersînorkirin. Lê, li beramberî vê jî helwesta Rûsyayê mîna bendewariyê nebû.
Wezîrê Karên Derve yê Rûs Sergey Lavrov, gotibû divê 35 dîplomatên Amerîkayî bên dersînorkirin. Lê ev daxuyanî ji hêla Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn nehat destekkirin. Li ser pêşniyara Lavrov a ku digot wê ji nûnertiyên DYA yên li Moskow û St. Petersbûrgê dîplomatên Amerîkayê bên dersînorkirin, Pûtîn got, ‘wê ti kes neyên dersînorkirin.’
Piştî pêkanînên DYA, hatibû îdîakirin ku wê dibistanek Amerîkan a li Moskowê bê girtin, lê ev ji hêla Berdevka Wezareta Karên Derve Marîa Zakharova hatibû derewandin.