Rûsya li ser pêşniyara S-400 a DYE’yê got: Bê destûra me nikarin

Li ser pêşniyara DYE ya ‘Em ê S-400 ên Tirkiye ji Rûsyayê girtine, bigirin’ dewleta Tirk bêdneg e, li ser vê Rûsya bersiv da. Rûsya got: “Bê destûra me nikarin S-400 bidin welatekî sêyemîn.”

Kirîna sîstema parastina esmanî ya S-400 a Tirkiye ji Rûsyayê kirî, hê jî di navbera Tirkiye, DYE û Rûsyayê de pirsgirkên heyî didomin.

Senetorê Komarparêz John Thûne daxwaz kir ku di Qanûna Raye a Parastina Netewî ya Emerîka ya 2021’ê kir ku guhertin bê kirin, pêşiyar kir ku S-400’ê Tirkiye kirîne ji aliyê artêşa DYE’yê ve bên kirîn.

Li ser  vê pêşniyarê heta niha Tirkiyeyê ti daxuyaniyek fermî nedaye, nerazîbûna yekem jî Rûsya nîşan da.

Berdevka Servîsa Hevkar a Teknîk û Leşkerî ya Federal a Rûsya (FSVTS) Marîya Vaorobyeva, diyar kir ku bê destûra Rûsya S-400 ku radestî Tirkiyeyê hatî kirin, ne mimkûne ku ji nû ve bê îxrackirin.

Vorobyyeva got: “Ji bo firotina berhemên leşkerî divê yên amûrên me kirî seltifîkaya bikaranînê ya dawî pêşkêşî Rûsya bike. Ji ber vê heta destûra me ya fermî nebe, radestkirina van amûran a welatekî sêyemîn ne mimkûn e.

Thûne ji bo çareseriya krîza S-400 a dewleta Tirk a endamê NATO ye ku dawî li pirsgirêka navbera wan û Tirkiyeyê bidawî bibe, divê sîstema mijara gotinê ye ji aliyê DYE’yê ve bê kirîn, pêşniyar kiribû.

Nayê zanîn bê ka pêşniyara guhertinê ya Thûne hefteya borî kirî, wê bê qebûlkirin an ne.

Dewleta Tirk S-400 ên ji DYE’yê kirîbûn wê di meha Nîsana îsal de wê aktîf bikiribana.

Lê ji ber hê neaktîfkirina S-400, bû sedemê nirxandinên ku dewleta Tirk sîstema parastinê ya mijara gotinê ye ji destê xwe derbixîne derket.