Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Rûsya: Hevdîtinên li ser Ûkraynayê wê ji nû ve dest pê bikin

Li Ûkraynayê ku ev 3 sal in çareseriyeke siyasî nehatiye peydakirin, hat ragihandin wê hevdîtinên navbear Rûsya, Elmanya û Fransayê bidomin.

Li gorî daxuyaniya Qesra Kremlînê, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi rêya telefonê bi lîderên Elmanya û Fransayê re axivî.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di encama vê axaftinê de biryar hat dayîn hevdîtinên navbera rayedarên Rûsya, Elmanya, Fransa û Ûkrayanyê ji nû ve werin destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, ev hevdîtin wê di 'astên cuda' de bên meşandin.

Lê nehat eşkerekirin bê hevdîtin wê di asta wezîran de yan jî di asta heyetên pispor de bidomin.

Rûsyayê di sala 2014'a de Nîvgirav a Kirimê ya Ûkraynayê tevlî xwe kiribû. Herêmên Donetsk û Lûgansk ên Ûkraynayê jî di destê komên çekdar de, ku ev kom pişta xwe dispêrin Moskowayê. Ji sala 2014'an û vir ve, zêdeyî 10 hezar kes di şerê vî welatî de jiyana xwe ji dest dan.