Rûsya dixwaze NY'ê jî tevlî danûstandinên Ûkraynayê bike

Ji muzakerevanên Rûs Grigori Karassin diyar kir ku ew dixwazin Neteweyên Yekbûyî (NY) jî tevlî hevdîtinên bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re bikin ku li ser agirbesteke gengaz a li Ûkraynayê têne meşandin.

Senator û dîplomatê berê Grigori Karassin pêr li Erebistana Siûdî bi heyeta Emerîkî re 12 saetan hevdîtin kir û piştre daxuyaniyek da.

Karasin roja Sêşemê ji ajansa Rûs a fermî Tassê re axivî û got, "Em ê civaka navneteweyî, bi taybetî Neteeyên Yekbûyî û hin welatan tevlî bikin û axaftinê dewam bikin."

Rûsyayê her wiha ji bo diyaloga bi Washingtonê re got, 'Diyalogeke kêrhatî'.

Muzakerevanê Rûs Karassin got, "Em li ser her tiştî axivîn, diyalogeke berfireh bû, ne hêsan bû lê belê hem ji b me hem jî ji bo Emerîkiyan gelekî kêrhatî bû."

Karassin got, "Em ê vê yekê dewam bikin."