Rûsya: Dewleta Tirk êrîşên hewayî nekiriye

Hatibû îddîakirin ku dewleta Tirk bi balefirên F-16 li hêzên rejîmê yên li Îdlîbê daye. Rûsyayê diyar kir ku tiştekî wisa ne pêkan e.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku balefirên F-16 ên Tirk di 3’ê Sibatê de li Îdlîbê li hêzên rejîmê nedaye.

Wezareta Parastinê got ku “Qada hewayî ya li Îdlîbê ji aliyê artêşa Rûsyayê kontrola wê tê kirin. Hêzên Hewayî yên Sûriyeyê, ev qad îhlal nekiriye û êrîşên li dijî çeperên artêşa Sûriyeyê nehatiye tespîtkirin”.

Li gorî rejîma Enqereyê di êrîşên bi topan de 4 leşkerên Tirk mirine û 9 jî birîndar bûne.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan sibehê daxuyanî dabû û îddîa kiribû ku 30-35 leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî diyar kir ku di êrîşa Tirkan de 6 leşkerên rejîmê mirine û herî kêm 20 leşker jî birîndar bûne. Li gorî Mala Çavdêriyê dewleta Tirk gelek roket avêtiye hêzên rejîma Sûriyeyê ya li nêzî Sarakîbê.