Rûhanî: Zexteke giran a aborî li ser me heye

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî li ser gora Hûmeynî qebûl kir ku pêkanînên DYE'yê bandorê li aboriya wan dike.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî îro danê sibehê tevî endamên kabîneyê serdana tirba Ayetûllah Hûmeynî kir û piştre daxuyanî da.

Rûhanî diyar kir, bi ambargoya aborî ya DYE'yê re girantirîn zexta aborî ya piştî şoreşa 1979'an û vir ve li ser wan heye.

Rûhanî diyar kir ku şerê dawî yê DYE'yê yê li dijî Îranê Çileya 2018'an dest pê kir û îdîa kir, ji aliyê siyasî, hiqûqî û psîkolojîk ve li qada neteweyî û navneteweyî bi ser neketiye. Rûhanî got, "Ji şoreşê û vir ve zexta herî giran a aborî li ser me heye. Bi hewldan, fedakarî û berxwedana gel wê DYE di şerê aborî de jî têk biçe."

Rûhanî dubare kir ku ji bilî çend welatan dinya tev li dijî DYE'yê piştgiriyê dide Îranê û got, "DYE'yê ne tenê li dijî Îranê her wiha soza xwe ya li ser Peymana Bazirganiya Serbest a bi Yekîtiya Ewropa, Çîn û Bakurê Emerîkayê (NAFTA) re jî têk bir. Divê hinek şaş şîrove neke."

Rûhanî anî ziman, pirsgirêkên heyî yên welatê wan ji ber zextên rêveberiya Washîngtonê û şopdarên wê ne û got, "Li şûna şermezarkirina DYE'yê divê em hikumeta xizmetkar an jî rejîma Îranê sûcdar nekin."