Ruhanî: DYE ji bo herêm û cîhanê gefeke mezin e

Serok-komarê Îranê Hesen Ruhanî, diyar kir ku DYE, ji bo aramiya herêm û cîhanê ‘gefeke mezin’ e.

Serok-komarê Îranê, di civîna Teşkîlata Hevkariya Şangayê ku li bajarê Bişkek ê Kirgizistanê pêk hatî, avivî û bertek nîşan da ku DYE’yê li kendavê êrîşa li ser du keştiyan pêk hatî Îran sûcdar kiriye.

Ruhanî got, “Di du salên dawî de, hikumeta DYE’yê di nav helwesteke êrîşkar de ye û bi binpêkirina hemû pîvanên navneteweyî, gef li aramiya hemû cîhanê dixwe.”

DYE, ji ber êrîşa ku roja Pênşemê li Kendavê li hemberî du keştiyan pêk hatî, Îranê berpirsyar digire. Îran jî vê sûcdariyê red dike.

Rageşiya di navbera DYE û Îranê de her ku diçe zêdetir dibe. Hinek hewldanên ku rageşî nerm bibe hebin jî, encam nagire û rageşiya di navbera DYE, tifaka Ereban û Îranê de her ku diçe zêdetir dibe.

DYE’yê, Gulana 2018’an piştî ku bi yekalî ji peymana Nukleerî vekişiyayî, li dijî Îranê pêkanînên giran xistin meriyetê. Îran a bi vê pêkûtiyê bandoreke giran li aboriya wê kirî, van kiryarên DYE’yê weke “terora aboriyê” bi nav dike.