Rûhanî: Divê gel xwedî mafê hilbijartinê be

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî li ser bi hezaran namzetên ku tevlîbûna wan a li hilbijartinên 21'ê Sibatê hatiye astengkirin, daxuyaniyek da. Rûhanî got, divê mafê gel be ku karibe namzetan ji nava yên meylên cuda de hilbijêre.

Rûhanî di çarçoveya pîrozbahiyên salane yên şoreşa Komara Îslamî ya Îranê serdana mozoleya Îmam Rûhûllah Hûmeynî kir. Rûhanî pesnê mîrateya siyasî ya damezrînerê Komara Îslamî Hûmeynî da û got, "Îmam (Hûmeynî) israr kir ku mirov tevlî hilbijartinan bibe û xwedî mafê hilbijartinê bin."

Rûhanî, dema ku endamên hikumetê li gel wî bû axivî û got, "Kî pêşî li mafê hilbijartinê yê mirovan bigire, kî nehêle ku mirov biçin ser sindoqan, ew ji rêya Îmam derketiye."

Di navbera hikumeta Rûhanî de ku weke mûxafazakarên nerm tê binavkirin û Konseya Parastina Destûra Bingehîn de ku yên tevlî hilbijartinê bibin diyar dike, du hefte ne nîqaşeke tund tê kirin.

Li gorî daneyên Konseyê ku mûxafazkarên tund lê serdest in ji nava 14 hezar 500 namzetan serlêdana 9 hezar û 500 hatin betalkirin. Mafê namzetên ku serlêdana wan hatiye betalkirin heye ku îtiraz bikin.