Rojhilata Navîn bû mîna barûtê

Generalê payebilind ê Îranê Qasim Silêmanî li Bexdayê ji aliyê DYE'yê ve hate kuştin. Vê êrişê Rojhilata Navîn hejand. DYE'yê bang li welatiyên xwe kir ku ji Iraqê derkevin. Artêşa Mehdî ji nû ve çalak bû. Milîsên alîgirê Îranê ketin nava liv û tevgerê.

Serkêşê Hêzên Qûdsê ku yekîneyeke taybet a ser bi Mûxafizên Şoreşê yên Îranê ye general Qasim Silêmanî li balafirgeha Bexdayê bû hedefa êrişê. Li gorî Pentagonê bi fermana Serokê DYE'yê Donald Trûmp konvoya Silêmanî di 2'ê Çileyê de bû hedefa êrişa wan.

Tevî Silêmanî Fermandarê Haşdî Şabî Ebû Mehdî el Mûhendîs jî di vê êrişê de mir. Hate ragihandin ku her du jî di hundirê heman wesayitê de bûn. Hate gotin bombe li wesayiteke din jî hatine barandin ku parêzvanên Haşdî Şabî tê de bûn û bi giştî herî kêm 8 kes hatin kuştin. Li gorî agahiyan fuzeyên diçin hedefa xwe ji helîkoptereke Emerîkî hatine avêtin.

Wezareta Parastinê ya DYE'yê diyar kir, ku "Ji bo parastina personelên Emerîkî yên li derveyî welat" tedbîreke "jêvegerandinê" ye. Wezareta Parastinê diyar kir, "Ev êrişa hewayî ji bo wê yekê ye ku Îran ji projeyên xwe yên êrişê hemûyan ên dema bê vegere" hatiye kirin.

Li gorî Washîngtonê, Qasim Silêmanî berpirsyarê êrişên mehên dawî yên li dijî bargehên Emerîkî yên li Iraqê û êrişa li dijî Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Bexdayê ye, ku di hefteya dawî de hate kirin.

XAMANEY: EM Ê TOLEKE GIRAN HILÎNIN

Lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney nerazîbûn nîşan da û got, "toleke giran li benda kujerên Silêmanî ne". Xamaney got, "Bi destûra Xwedê berhem û rêya wî wê li vir raneweste. Wê toleke bêeman bê serê sûcdarên ku destê wan di xwîna wî û şehîdên mîna wî de hene."

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf jî di ser Twîtterê re got, "Ev yek rageşiyeke gelekî metirsîdar e."

Berdevkê saziya ewlekariya payebilind a Îranê Keyvan Kûsravî jî eşkere kir ku konseya ewlekariya bilind wê bi rengekî lezgîn li hev kom bibe.

SILÊMANÎ KÎ YE?

General Silêmanî hem li welatê xwe hem jî li derveyî welat yekî girîng bû. Operasyonên derve yên Îranê bi rê ve dibir. Di mezinbûna bandora Îranê de ya li Rojhilata Navîn roleke xwe ya girîng hebû. Pêwendiya Tehranê bi Hîzbûllah a Lubnanê, hikumeta Başar El Esad û milîsên li Iraqê xurt kir. Hêzên Qûdsê her wiha li Filistînê bi Hamas û Îslamî Cîhad, li Yemenê jî bi milîsên Hûsî yên Şîa re têkiliyeke xurt danî. Hucreyên li Lubnan, Azerbaycan, Afganistan, Bahreyn, Sûriye, Yemen, Hindistan, Tirkiye û gelek deverên din ên dinyayê belav bûn bi Hêzên Qûdsê ve girêdayî ne ku Silêmanî serkêşiya wan dikir.

Silêmanî di sala 1998'an de dest bi fermandariya Hêzên Qûdsê kir. Di nava 20 salên dawî de bû hedefa gelek hewldanên sûîqestê yên servîsên îstîxbaratê yên rojavayî, Îsraîl û Ereb. Silêmanî xwepêşandanên li Iraqê yên ji 1'ê Cotmehê û vir ve û hewldanên ji bo avakirina hikumeta nû ji nêz ve dişopand. Çalakgeran daxwaza guhertina rejîmê kirin û nerazîbûn nîşanî serweriya Îranê dan ku weke berpirsyarê karên ne li rê yên li Iraqê didîtin.

YEK JI 100 KESÊN BI BANDOR BÛ

Bûyera dawî ya kuştinê di çarçoveya rageşiya bi DYE'yê re weke derbeke giran a li Îranê hate xistin, tê nirxandin. Lê belê di heman demê de işaretê bi wê yekê dike ku DYE dixwaze rageşiyê bilind bike.

Piştî ku DYE di sala 2018'an de bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerê vekişand û ji nû ve pêkanîn ferz kir, ji hingî ve alozî û rageşî zêde dibe.

Ji analîstên berê yên CIA'yê Kenetth Pollack di sala 2017'an de ji kovara Tîme re nirxandinek kir û Silêmanî bi gotina, "Ji bo Şîa yên li Rojhilata Navîn weke yekî ji James Bond, Erwîn Rommel û Lady Gaga pêk tê ye." Kovarê ew hejmara xwe ji 100 kesên herî bi bandor ê dinyayê re veqetandibû. Silêmanî tevî ku gelekî bi bandor bû, li Îranê mîna stêrkekî bû. Silêmanî li eniyên şer selfî dikişand û diweşand. Li gorî Pollack Silêmanî bi vî rengî nîşan dida ku ew li ser kişika Rojhilata Navîn serwer e.

BÎDEN: MÎNA DÎNAMÎTEKÊ YE KU LI NAVA BARÛTÊ KETIYE

Rojnameya Le Fîgaro ya Fransayê jî şîroveyeke bi vî rengî kir: "Serokê Emerîkayê bi biryara xwe ya ji bo kuştina berpirsyarekî payebilind ê Îranî rê li ber erdhejekê vekir ku wê li Rojhilata Navîn encamên xwe giran be." Li gorî rojnameyê, Silêmanî yek ji kesên herî bi bandor ê Rojhilata Navîn bû. Alîkarê serê berê yê DYE'yê Joe Bîden destnîşan kir ku Serokê DYE'yê dînamît avêtiye nava bermîla ji barûtê.

Li gorî nûçeya AFP'ê, pisporekî Emerîkî Phîlîp Smyth ji bo kuştin Silêmanî got, ji kuştina lîderê çeteya DAÎŞ'ê Ebû Bekir El Bagdadî û lîderê El Qaîdeyê Bîn Ladîn "operasyoneke hîn girîngtir e."

DYE'YÊ BANG LI WELATIYÊN XWE KIR KU IRAQÊ BITERIKÎNIN

Rayedaren Emerîkî jî piştî daxuyaniya "wê toleke giran bê hilanîn" a Xamaney, bang li welatiyên xwe yên li Iraqê kir ku tavilê wî welatî biterikînin.

ARTÊŞA MEHDÎ JI NÛ VE ÇALAK BÛ

Kuştina Qasim Silêmanî li Bexdayê bandoreke giran kir. Lîderê Şîa Muqteda Sadr ku li gel tevgera protesto ya li Iraqê cihd igire, Artêşa Mehdî çalak kir û fermana "amade bin" da wan.

Şefê Asayîb Ehlî Heq Kaîs El Hazalî ku yek ji komên girîng ên Heşdî Şabîd ê alîgirê Îranê ye fermana "amade bin" da milîsên xwe hemûyan. Hazalî got, "Divê şervanên berxwedanê amade bin, li pêşiya me fetih û serketinên mezin heye."

ABDULMEHDÎ: WÊ ŞEREKÎ HILWEŞÎNE DEST PÊ BIKE

Serokwezîrê îstifakar ê Iraqê Adil Abdulmehdî kuştina Silêmanî û fermandarê Heşdî Şabî bi gotina "Wê şerekî hilweşîner li Iraqê dest pê bike" pênase kir. Abdulmehdî got, "Kuştina fermandarekî leşkerî yê Iraqî ku wezîfedarekî fermî ye, êrişeke li dijî dewlet, hikumet û gelê Iraqê ye."

LÎNDSEY GEF LI ÎRANÊ XWAR

Senatorê komarger ê nêzî Trûmp Lîndsey Graham gef li Îranê xwar û got, "Eger hûn ji vê bêhtir dixwazin, wê bêhtir jî bê serê we."

SENATORÊ DMOKRAT: ME BER BI ŞEREKÎ ÎLLEGAL VE DEHF DIDIN

Li gorî nûnerekî demokrat, kongre ji êrişê nehate agahdarkirin. Senatorê demokrat Tom Ûdall got, "Serok Trûmp bêyî destûra kongreyê neteweya me ber bi şerekî îllegal ê li dijî Îranê dehf dide."