Rojeva civîna bilind a NATO'yê budçeya parastinê ye

29 welatên Tifaqa Atlantîk (NATO) ji bo civîna bilind a du rojan li Brukselê li hev civiyan. Rojeva sereke ya civîna bilind ew e ku hîn bêhtir pere û derfet ji NATO'yê re bên pêşkêşkirin.

Ji bo civîna bilind a du rojan a rêveberên welatên NATO'yê li Brukselê tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin girtin. Li gelek deveran polîs û leşker hatin bicihkirin.

Mijara bingehîn a civîna bilind a li Brukselê, parvekirina hewldanên leşkerî yên endamên NATO'ê ye.

Trûmp beriya bê peyamek da û işaret bi zextên endamên NATO'yê kir. Trûmp got, civîna meha Tîrmehê ya bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wê ji civîna bilind a NATO'yê hêsantir derbas bibe.

Rexneyên Trûmp ên li ser tifaqê li Ewropayê rê li ber nerazîbûnan vekir. Serokê Konseya Ewropayê Donald Tûsk roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir, rexneyên ku Trûmp rojane dike bi xweşbînî nayên dîtin û xwest, tifaqa wan baştir bê nirxandin.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg ê Norwêcî got, eger di civîna bilind de nîqaşên giran li ser lêçûnên parastinê bên kirin, wê matmayî nemîne.

Trûmp dibêje, DYA tevkariyeke mezin li NATO'yê dike, lê welatên endam di berdêla vê yekê de sozên xwe bi cih nînin. Amerîkî 20 ji sedî yê budçeya hevpar a NATO'yê û 75 ji sedî yê kapasîteya leşkerî didin.

Trûmp beriya serdana Brukselê bi rêya twîtterê peyamek weşand û got, "Welatên NATO'yê divê hîn bêhtir bidin. Divê DYA kêmtir bide. Ev neheqiyeke mezin e."

NATO sala 1949'an ava bû. Dema ku hêzên li cîhanê di nava du aliyên dijber de li hev civiyabûn, di navbera salên 1952 û 1957'an de Sekreterê Giştî yê NATO'yê Hastîngs Lîonel Îsmay ê Îngilîz ji bo armanca tifaqê gotibû, "Ji bo Rûs li derve bên hiştin, Amerîkî li hundir werin hiştin û Elmanya di bin wesayetê de were hiştin."

Tevî ku Yekîtiya Sowyetan ji hev belav bû û Pakta Varşova sala 1991'ê betal bû, dawî li NATO'yê nehate anîn. Ji hingî ve tifaqa NATO'yê armancên xwe yên stratejîk ji nû ve diyar dike.