Rêxistina Efuya navnetewî: hejmara kuştiyan herî kêm 143 kes e

Rêxistina Efuya Nawnetewî bi daxuyaniyekê diyar kir di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hejmara kuştiyan herî kêm 143 kes in.

Rêxistina Efuya navnetewî doh bi daxuyaniyekê diyar kir hejmara kesên ku di xwepêşandanên li Îranê de hatine kuştin zêde dibe.

Ew rêxistina mafên mirovan di daxuyaniya xwe îşare bi hinek dîmenên ku li Îranê hatine kêşandin kir û dibêje: “Ew dîmenane nîşan didin ku memûrên ewlekariyê yên rejîma Îranê bizanebûn û bi çekên rastî çalakger ji mesafeyekî nêzîk de kirine armanc.”

Rêxistina Efuya Nawnetewî tekez kir ku hejmara kuştiyan ji 143 kesan zêdetir e û wiha dom dike: “Hêzên ewlekariyê yê rejîma Îranê ji mesafeyekî nêz de gule berdane çalakgeran, her wiha li kesên ku direvin jî gule reşandine.”

Rêveberê Lêkolînên derbarê Rojhilata Navîn û Efrîqayê yê Rêxistina Efuya Nawnetewî Fîlîp Lûter di wê derbarê de aniye ziman: “Bîlançoya kuştiyan ku her diçe girantir dibe nîşan dide ku zilm û bêrehmiya rayedarên Îranê ya li hemberî çalakgeran peyamekî bi gef e. Ew bîlançoye nîşan dide ka kapasîteya rayedarên Îranê li hemberî jiyana mirovan çiqasî bi rehm û mirovî ye.”

Rêxistina Efuya Nawnetewî bibîrxist ku hêzên ewlekariyê, Sipaha Pasdaran, polîsên sivîl û hêzên Besîc di lînçkirina çalakgeran de bûne hevpar.

Rêxistina Efuya Nawnetewî di dawiyê de dibêje: “Memûrên rejîmê cenazeyên kesên kuştinî nadin malbatên wan û weguhestine cihekî nediyar, her wiha malbatên kesên hatinî kuştin jî mecbûr kirine ku pereyê fîşekên ku bi wê zarokên wan hatine kuştin bidin dewletê.”

Li gorî daxuyaniyê hejmara kuştiyan li her Eyaletê wiha hatî destnîşankirin:

Eyaleta Xûzêstan: 40 kes

Eyaleta Kirmaşan: 34 kes

Eyaleta Tehran: 20 kes

Eyaleta Fars: 15 kes

Eyaleta Sine: 12 kes

Eyaleta Ûrmiye: 4 kes

Eyaleta Elborz: 9 kes

Eyaleta Êsfehan: 7 kes

Eyaleta Kêrman: 1 kes

Eyaleta Azerbaycan: 1 kes