Rewşa li Spanyayê xeter e: Herî kêm 63 kes mirin

Ji ber lehiya li başûrrojhilatê Spanyayê 63 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Barînên zêde yên ji şeva Sêşemê heya niha, têkiliya gelek gundan ya bi welêt re qut kir. Li Spanyayê ji ber lehiyê pir hilweşiyane, rê û otorê di bin avê de mane.

Li gorî daneyên serwîsên lezgîn 63 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji Tebaxa sala 1996’an heya niha lehiyeke evqasî mezin pêk nehatibû û nedihat payîn ku evqasî kes jiyana xwe ji dest bidin.

Serokwezîr Pedro Sanchez û Keyayê 6’emîn Felipe ji malbat û mexdûrên lehiyê re peyamên xwe yên piştevaniyê ragihandin.

Lehiyê herî zêde bandor li bajarokên L’Alcudia û Leturê yên li herêma Valensiya û Castilla La Manchayê kir.

Wezîrê Parastinê Margarita Robles jî da zanîn ku nêzîkî hezar leşker tevlî xebatên rizgarkirinê bûne.

Rêveberiya xwecihî hişyarî dan welatiyan ku rêyên bejahî bi kar neyînin û ragihandin ku wê dibistan hemû girtî bimînin. Ji bo welatiyên winda jî bi dronan xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Yekîtiya Ewropayê (YE) jî soza piştevaniyê da Spanyayê. Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula Von Der Leyen ragihand ku wan ji mekanizmaya parastina sivîlan pergala peykê Copernicus xistiye dewrê û anî ziman ku ew amade ne alikariyê bidin Spanyayê.