Rewşa dawî ya vîrûsa Koronayê

Hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketin 550 hezar kesî derbas kir. Hejmara kesên mirin jî derket 25 hezarî.

TIRKIYE

Rayedarên Tirk ragihandin ku li welat 3 hezar û 629 kes bi vîrûsê ketine û 75 kes jî mirine. Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Tirk Yavûz Selîm Kiran jî ragihand ku li 8 welatan heta roja îro 50 welatiyên Tirk ji ber şewba Covît-19 mirine. Rêxistinên tenduristiyê tînin ziman ku ev hejmar hê zêdetire.

Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) nerazîbûn nîşan da ku Wezareta Tenduristiyê rastiyan nabêje. TTB’ê destnîşan kir ku hejmara testên tên kirin têrê nake û got: “Hejmara Wezîrê Tenduristiyê ya li ser Twîtterê tê ragihandin tenê qismê çiyayê berfê yê tê dîtine.”

Metirsiya belavbûna vîrûsê ya li girtîgehan jî zêde dibe. Desthilata a mîna ku ti ewlekarî negirtiye, di sererastkirina kirî girtiyên siyasî û nexweş li xwe nagire.

Li Amedê heta niha hejmara kesên bi gumana vîrûsa koronayê li nexweşxaneyê ne zêdetir dibin. Li bajar heta niha 8 nexweş testên wan pozîtîf derketin, 61 nexweş jî bi gumana vîrûsê li nexweşxaneyên cihê tên dermankirin.

Li Wanê jî gel ê li ber derê banka û avahiyên cemawerî bûne rêz tîne ziman ku ji neçarî derdikevin.

Taxa Xan a girêdayî navçeya Ebex a Wanê hatiye karantînakirin.

Gundên Maltepe, Esentepe, Beştepe, Yenî Selîmiye û bajarokê Kendîrîlî yê navenda Rîzeyê jî di karantînayê de ne. Li gudn û bajarok qedexeya derketinê hatiye ragihandin.

DYE

Li DYE hejmara kesên bi vîrûsê ketine zêdetirî 86 hezarî ye. 1 hezar û 300 kes jî mirine.

ÎNGÎLTERE

Hate ragihandin ku Serokwezîrê Îngîltere Borîs Johnson û Wezîrê Tendirustiyê Martt Hancock jî testên wan ên vîrûsê pozîtîf derketine. Li welat 11 hezar û 800 kes bi vîrûsê ketine û 576 kes jî mirine.

ÎTALYA

Hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihişte 80 hezar û 500 kesî, zêdetirî 8 hezar û 200 kes jî mirine.

SPANYA

Li Spanyayê hejmara kesên bi vîrûsê ketine 64 hezar derbas kir û 6 hezar kesên nû jî bi vîrûsê ketine. Her wiha 4 hezar û 900 kes jî mirne.

ELMANYA

47 hezar û 373 kes bi vîrûsê ketine û 285 kes jî mirine ji van jî 18 kes nû ne.

SWÎSRE

Zêdetirî 12 hezar û 311 kes bi vîrûsê ketine, zêdetirî 200 kes jî mirine û ji van jî 15 nû ne.

SWÊD

3 hezar û 46 kes bi vîrûsê ketine, zêdetirî 200 kes jî mirine û ji van 92 nû ne.

FRANSA

Li welat hejmara kesên bi vîrûsê ketine 26 hezar kesî derbas kir û derdorî 1 hezar û 700 kes jî mirine.

ÎRAN

32 hezar û 332 kes bi vîrûsê ketine û nêzî 3 hezar kesî jî rewşa wan krîtîke. Her wiha 2 hezar û 378 kes jî mirine.

ÇÎN

Li welat 81 hezar û 340 kes bi vîrûsê ketine, 3 hezar û 292 kes jî mirine.

HOLLANDA

Zêdetirî 8 hezar û 600 kes bi vîrûsê ketine, 546 kes jî mirine.

BELÇÎKA

Li welat 7 hezar û 300 kes bi vîrûsê ketine û 289 kes jî mirine.

EVÛSTÛRYA

7 hezar û 393 kes bi vîrûsê ketine, 58 kes jî mirine.

ENDONEZYA

Wezîrê Tendirustiyê yê Endonezya ragihand ku di nava 24 saetan de li welat 153 kesên nû bi vîrûsê ketine û 9 kes jî mirine. Li welat bi giştî 87 kes mirine.

EFRÎQAYA BAŞÛR

Li Komara Efrîqaya Başûr ji ber Covîd-19 2 kes mirin. Wezareta Tenduristiyê ya Efrîqaya Başûr ragihand ku hejmara kesên bi vîrûsê ketine roja Înê gihişte hezarî.