Rêveberiya Korsikayê pêşniyara Parîsê ya ji bo statuyê 'kêm' dît

Pêşniyarên hikumeta Fransayê yên ji bo statuya nû ya Korsikayê, ji aliyê nûnerên Korsikayê ve 'têrker' nehate dîtin.

Piştî ku Serokkomar Emmanuel Macron meha bihurî serdana Korsikayê kir, bendewariyek afirî û hikumetê roja Duşemê pêşniyarek kir. Lê belê ev pêşniyar nebû bersiv ji bendewariyan re.

Daxuyaniya hikumetê ya li ser naskirina 'rewşa xweser' a giravê nehate qebûlkirin ku ev yek di xala 72-5 a destûra bingehîn de ji bo Korsikayê cih digire.

Serokê Herêma Korsikayê Gilles Simeoni piştî ku bi wezîrê Fransî Jacqueline Gourault re rûnişt, daxuyanî da û rexne kir ku hikumetê cih nedaye pênaseya 'xweseriyê'.

Simeoni destnîşan kir ku ev yek gelekî kêmî bendewariyên gelê Korsikayê ye û diyar kir, xala heyî ya destûra bingehîn bi ti awayî cih nade statuya rêveberiya xweser.

Partiyên neteweperest û alîgirên xweseriyê yên Korsikayê dixwazin, ew bi navê xwe di Destûra Bingehîn a Fransayê de cih bigirin û statuya wan a xweser bê naskirin.

Xala destûra bingehîn a ku bi pêşniyara hikumeta navendî hate amadekirin, lê ji aliyê partiyên Korsikayî ve nayê qebûlkirin, tê payin ku pêşkêşî Serokkomar Macron were kirin.