‘’Reqa bi wê bêdengiya xwe ya zana bejna xwe li ber alaya YPG’ê ditewîne!’’

‘’Kelecanî ne. Şanaz in. Serfiraz in. Di meşa wan de kelecanî, şanazî, serfiraziya wan heye. Ji bo vê bi her gavê re ew rengê jiyanê didine wê kuçeya ku mirin jê difûre.’’

Bajarê Reqayê, ku DAIŞ’ê jê re ‘paytext’ digot. Li kuçeyekê ku tenê şopa şer li ser heye çend şervanên YPG’ê dimeşin. Di dîmenan de bêdengiyek li ser bajêr serwer xuya dike. Li kuçeya ku çend şervanên YPG’ê lê dimeşin, bi gavên şervanên YPG’ê bêdengî dimire. Bi gavên wan ji bêdengiya mirinê deng çêdibe; dengê jiyanê. Ji dengê gavên wan coşiya di dilê wan de xwe dide der. Bi her gava xwe bi ser hiş û dilê tarî yê DAIŞ’ê de diçin û tariya ku DAIŞ’ê ava kirî ronî dikin.  

Di dîmenan de ew kuçeya ku şervanên YPG’ê lê dimeşin bi şopa şer e. Diyar e ku li vê kuçeyê û li hemû kuçeyên dî yên Reqayê şerekî giran çêbûye. Mirov nizane di vê kuçeyê de ku şervanên YPG’ê lê dimeşin çend şervanên YPG/YPJ’ê şehîd bûne. Lê diyar e ku wiha bi hêsanî ew kuçe nehatiye rizgarkin û ji bo ku ew kuçe, ew taxên Reqayê rizgar bibin berxwedanî, lehengiyên pir mezin hatin jiyîn.

Dema ku ev şervanên YPG’ê li vê kuçeyê dimeşin diyar e ku di hişê wan de bîranîna berxwedaniyê, lehengiyê zindî ye û di dilê wan de bîranînên hevalên wan ên şehîd û di xeyala wan de ew xewna azadkirina Reqayê. Bi vê rewşa hiş û hîs û xeyalan şervanên YPG’ê di wê kuçeyê de dimeşin. Kelecanî ne. Şanaz in. Serfiraz in. Di meşa wan de kelecanî, şanazî, serfiraziya wan heye. Ji bo vê bi her gavê re ew rengê jiyanê didine wê kuçeya ku mirin jê difûre. Bi her gavê re kuçeya ku dişibe mirinê zindî dibe, dibe jiyan. 

Şervanên YPG’ê dimeşin. Li ser milê şervanekî alayeke mezin a YPG’ê, ya bi rengê zer, kesk û sor û li ser tîpên YPG hene. Ew bi armanca ku vê alayê, vê alaya ku sembola azadî, rûmet, aştî, wekheviyê li ser bajarê Reqayê li ba bikin, li şûna alaya reş a DAIŞ’ê ku sembola mirinê, bêrûmetkirinê, dojehê bû.
Alayê ji dest hev digirin, ji pencereyan yek bi yek didin dest hev û hildidin ser avahiyeke bilind û li ser bajarê Reqayê li ba dikin. 

Dema ku ala tê libakirin, ba jî bi tiliyên xwe miz dide alayê, jê hez dike, weke ku bibêje, ‘ez bayê Reqayê li benda te bûm ku tu li vê bilindahiyê li ba bibî!’’

Bi libabûna alaya YPG’ê Reqa serbilind dibe, Reqa şanaz û serfiraz dibe. Reqa azad dibe û Reqa bi wê bêdengiya xwe ya zana bejna xwe li ber alaya YPG’ê ditewîne!