Rêjeya qenaeta bi nûçeyên derewîn 86 ji sedî ye

Li gorî anketa saziya Ipsos a Kanadayî, rêjeya mirovên li gelemperiya dinyayê ji nûçeyên derewîn ên li ser medya civakî bawer dikin zêdeyî 80 ji sedî ye.

Salên dawî li hin welatên pêşketî nûçeyên derewîn li medya civakî derdikevin pêş ku di asta karibe bandorê li encamên hilbijartinê bike weke rêbazeke propagandayê tên bikaranîn.

Li gorî anketa şîrketa lêkolînê ya Kanadayî Center for International Governance Innovation (Ipsos), 86 ji 100 kesî herî kêm carekê qenaeta xwe bi nûçeyên derewîn aniye. 82 ji sedî yê beşdarên anketê dibêjin, hin nûçeyên derewîn an jî temamiya wan li medya civakî bi taybetî li Facebookê tên weşandin.

Ji mirovên ku dibêjin nûçeyên bi vî rengî li medya civakî dîtine 77 ji sedî bikarhênerên Facebookê 62 ji sedî jî bikarhênerên Twitterê ne.

Di anketê de hate eşkerekirin ku li Misr, Nîjerya, Hindistan, Çîn, Meksîka û Hong Kongê, nûçeyên derewîn ên li medya civakî tên weşandin di asta 56 heta 60 ji sedî de mirovan dixapînin.

Li gorî anketê li Fransayê 38 ji sedî, li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê 36 ji sedî yê mirovan qenaeta xwe bi nûçeyên derewîn tînin. Ya balkêş ew e ku ev rêje li Pakîstanê gelekî kêm e û di asta 26 ji sedî de ye.