Rayedarên Îranê: DYA nikare bi Îranê!

Rayedarên Îranê diyar kirin ku wê Îran li beramberî gefên DYA’yê çokan netewîne.

Li Îranê di 39’emîn salvegera roja serdegirtina Sefareta DYA a Tehranê û heman demê ku li Îranê weke Roja Xwendekaran tê binavkirin, çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de rayedarên Îranê axivîn û hişyarî dan DYA da ku gefan li Îranê nexwe û diyar kirin ku wê Îran çokan netewîne.

‘DYA LI DIJÎ GELÊ ÎRANÊ SÛC DIKE’

Serokê Parlamentoya Îranê û Endamê Konseya Ewlehiya Bilind a Îranê Alî Larîcanî wiha got; “Ne hedê Trûmp e ku Îran li berambrî wî çok dane. DYA nêzî 80’î sal in, tevlî karê navxweyî yê Îranê bûye û li dijî gelê Îranê bi dehan caran sûc kiriye.”

Larîcanî diyar kir ku çalakiyan îspat kiriye ku Îran çokan natewîne û wiha got; “Çawa ku Îraniyan Seddam û DAÎŞ tune kirin wê caniyên Qesra Spî jî poşman bikin.”

‘ÎRAN WÊ LI BER XWE BIDE’

Larîcanî got gelê Îranê paşerojê baş dizane û wiha domand; “Em ê li dijî komployên DYA’yê li ber xwe bidin, em ê di aliyê aborî û teknolojiyê de welat bi pêşve bibin.”

‘EM Ê ŞERÊ ABORÎ YÊ DYA’YÊ JÎ TÊK BIBIN’

Fermandarê Giştî yê Mûhafizên Şoreşa Îranê General Mûhammed Alî Caferî jî beşdarî çalakiyan bû. Caferî axivî û hişyariya ‘Tu caran gef li gelê Îranê nexwe’ da Serokê DYA Donald Trûmp û wiha domand; “Avahiya sîxûrtiyê ya ku xwendekarên Îranê bi ser de girtibû di rastiyê de şoreşa duyemîn a gelê Îranê bû. Amûra dawî ya dijmin a şerê aborî jî em ê têk bibin.”