Rastgirên radîkal li Berlînê şow kirin

Li paytexta Elmanyayê Berlînê rastgirên radîkal û girseya ku ji teorîyên komployê bawer dike çalakiyan kirin. Xwepêşandana ku bû şowa rastgirên radîkal bi destwerdana polîsan qediya.

Li paytexta Elmanayayê Berlînê bi tevlêbûna beşên cuda yên civakê çalakiyek hate kirin. Beriya bi rojan bang hate kirin ku wê çalakî were kirin û xwedêgiravî milyonek mirov wê tevlê bibûna lê polîsên Berlînê ragihandin ku 17 hezar mirov meşiyane. Di xwepêşandanê de tevdîrên hikûmetê yên ji bo ku vîrûsa korona berbelav nebe hatine standin, hate protestokirin, xwepêşandan bû şowa rastgirên radîkal.

Di nav xwepêşandêran de ku serkêşiya wan rastgirên radîkal dikirin, dijberên derzîlêdanê û mirovên ku ji teoriyên komployê bawer zêde bûn. Hin xwepêşandêran xaça sembola Elmanyaya Nazî rakirin. Hinan jî tîşortên bi nivîsên dijminatiya Yahûdiyan li we kirin û pankartên bi îdîaya ku Qirkirina Yahûdiyan ne rast e, hildan.

Di meşê de mijareke dî ya ku derketî pêş nasnameya jêbexşîbûnê ye, ku plansaiya wê tê kirin li dijî vîrûsa koronayê were derxistin. Xwepêşandanan gotin bi nasnameyeke wiha ya di behsê de û derziyeke ku wê vîrûsa koronayê asteng bike karê lobiya Yahûdiyan e, xwepêşandêran Angela Merkel, Wezîrê Tendiristiyê Jens Spahng û Serokwezîrê Eyaleta Bavyerayê Markûs Soder ji ber ku li dijî vîrûsê tevdîrên jidiyayî tênin, bi dowîz û pankartan şermezar kirin.

Xwepêşandêran pankart û dowîzên bi nivîsên ku hêla koronayê ne rast e hildan û xwestin ku heta bi meydana Brandenbûrg Torê bimeşin. Lê piştî ku li gel bangan jî xwpêşandêran maske nedan ber devê xwe û xwe ji hev venedan polîsan mudahele kir, hin xwepêşandêr hatin destgîrkirin û xwepêşandan bi daxwaza polîsan qediya.