Rapora NY: Xeterî heye li Sûdan a Başûr komkujî bê kirin
Di raporeke Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat ragihandin, ji ber şerê navxweyî yê li Sûdan a Başûr, hejmara komên çekdar zêde bûye û rîsk zêde ye ku komkujiyê rû bide.
Di raporeke Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat ragihandin, ji ber şerê navxweyî yê li Sûdan a Başûr, hejmara komên çekdar zêde bûye û rîsk zêde ye ku komkujiyê rû bide.
Rapor pêşkêşî Konseya Ewlekariyê hat kirin û hat destnîşankirin, ku zêdebûna hejmara alîgirên Serokdewlet Salva Kîîr û milîsên çekdar ên mûxalîf, dikare encamên gelekî metirsîdar li dijî sivîlan bi xwe re bîne.
Di raporê de hat ragihandin, aloziya navbera milîsên artêşa Sûdan a Başûr a ser bi Salva Kîîr (SPLA) û mûxalîfan, wê parçebûna welêt bi leztir bike û hat gotin, eger pêvajo bi vî rengî dewam bike wê rewş ji kontrolê derkeve.
Di raporê de hat destnîşankirin, li vî welatî reva ji gundan bi rengekî komî dest pê kiriye û rîsk zêde ye ku komkujî rû bide.