Rajoy xwe ji siyasetê vekişand
Serokwezîrê Spanyayê yê berê Marîano Rajoy piştî ku bi pêşniyarpirsekê ji desthilatê hate xistin ragihand ku bi giştî ji siyasetê vekişiyaye.
Serokwezîrê Spanyayê yê berê Marîano Rajoy piştî ku bi pêşniyarpirsekê ji desthilatê hate xistin ragihand ku bi giştî ji siyasetê vekişiyaye.
Serokwezîrê berê, roja sêşemê piştî ku îstîfaya xwe ya serokatiya Partiya Gel ragihand, vê carê jî ragihand ku bi giştî ji siyasetê vekişiyaye.
Rajoy, ji radyoyeke taybet re axivî û got, “Armanca min ew e ku bi giştî siyasetê berdim. Di jiyanê de ji bilî siyasetê gelek tiştên din ên mirov pê mijûl bibe hene.”
Rajoy, roja înê li ser pêşniyarpirsa Partiya Sosyalîst ji hêla parlementoyê ve hatibû xistin. Li şûna Rajoy ê mihafazakar, Pedro Sanchoz ê sosyalîst hatibû peywirdarkirin.
Rajoyê ku ev nêzî 15 salan e pêşengê rastgiriya Spanyayê ye, destpêkê sala 1981’ê li Galîçyayê hatibû hilbijartin. Rajoyê di sala 2004’an de hatî ser Partiya Gel, di Kanûnan 2011’î de bibû serokê hikûmetê. Heta ji desthilatiyê hatî xistin jî li ser vê peywirê bû.
Ji ber rêveberiya wî ya xirab di heyama serokwezîriyê de bi qeyranên mezin re rû bi rû ma. Piştî resesyonê polîtîkayên hişk ên tengkirina aboriyê dane ferzkirin, di sala 2016’an de bi mehan qeyrana siyasî hate jiyîn. Di sala 2017’an de jî qeyrana Katalonyayê destpê kir. Piştî van qeyranan kes ne li bendê bû ku bi pêşniyarpirsê ji desthilatiyê bê xistin. Lê piştî ku di dozeke li dijî wî ya ji bo gendeliyê vebûyî de ceza girt û şûnde, bi dengdaneke ku li parlementoyê pêk hatî, bi piştgiriya hikumeta rastgir hate xistin.