Rageşiya navbera DYA û Rûsyayê wê dewam bike

Piştî ku Serokê DYA Barack Obama 35 dîplomatên Rûsyayê bi îdîaya têkiliya xwe bi îstîxbarata Rûs heye weke 'mirovên nayê xwestin' îlan kir, tê gotin ku wê hin danekirinên nû bikevin rojevê.

Dihat îdîakirin, ku Rûsyayê beriya hilbijartinên Serokatiya DYA, li dijî namzeta Demokrat Hîllary Clînton ji bo piştgiriyê bide Donald Trûmp êrîşên sîber kiriye. Aloziya têkiliyan a navbera Rûsya û DYA, ku bi vê yekê re dest pê kir, her dişide. Barack Obama wê di 20'ê Çileyê de erka xwe radestî Donald Trûmp bike, ku Trûmp bi gotinên xwe yên nerm ên têkildarî Rûsyayê balê dikişîne. Obama tevî dersînorkirina dîplomatên Rûs, 9 saziyên Rûsyayê yên li welêt xistibû nava çarçoveya danekirinan.

Lê belê daxuyaniyeke din a piştî biryara danekirinan hate kirin, wê têkiliyên navbera her du aliyan bixe nava rewşeke nediyar e. Piştî ku Obama têkildarî 35 dîplomatan bi sûcdariya 'sîxuriyê' biryara dersînorkirinê da, hat ragihandin ku wê 'hin danekirinên din' jî bikevin rojevê û di nava van de wê 'hin operasyonên ji raya giştî re neyên eşkerekirin jî, hebin'.

Obama bang li 'welatên hevalbendê DYA' kir, ku li djiî Rûsyayê bi hev re bixebitin. Ev bang jî rewşa aloz a têkiliyan radixe pêş çavan.

Rageşiya ku bi danekirinan zêde bû û ji aliyê Rûsyayê ve bi daxuyaniyeke tund hate şermezarkirin, encamên wê yên heta 20'ê Çileyê tê meraqkirin. Daxuyaniya Trûmp a duh beriya eşkerekirina biryara danekirinan balkêş bû. Trûmp gotibû 'Divê Amerîkî jiyana xwe bidomînin'.

Donald Trûmp îdîa kiribû, ku 'kompûter jiyanê gelekî tevlîhev dike' û 'di serdema agahiyê de haya mirovan jê çê nabe bê çi diqewime'. Tê texmînkirin ku gotinên Trûmp ên têkildarî rageşiya navbera DYA û Rûsya nîşan didin, wê piştî 20'ê Çileyê van danekirinên rêveberiya Obama sist bike.